Page 1 of 1

Zimanek ê standard ê Kurdî...

PostPosted: Tue Apr 18, 2006 5:13 am
Author: Kocer
Silav gelî hevalan,

Wek em di zanin zimanê Kurdî gelek yê dewlemend e û ji gelek devokan (dîalêktan) hatîye pêkhatin û niha li Kurdistanê her herêmek bi devoka xwe di axivit û gelek caran astengî di peywendîyê (Komunîkasîyonê) çê dibin, ji bo nimone ez bo we bêjim ko ez devoka zazakî fêm nakim yan ji hewramî, gelek caran ji Kurdên li bakûrê Kurdistanê Kirmancîya jorî (soranî) fêm nakin.

Ez bi xwe li welatê Holenda di jîm û li Holenda ji çend devokên fêrq hene lê bi fermî zimanek ê standard tê bi kar anîn ew ji Holendî ya giştî ye.

Li gor dîtina min pêtivîye zimannasên Kurd xwe nêzîkî hev bikin û çareserîyekê ji bo vê astengîyê bîbînim û zimanêkê Kurdî ê standard û modêrn bê nîşankirin û bêgoman bi tîpên latînî be.

Nimone wek zimanê Yunanî. Yunanî ya kevin (Arxêya Ellenîka) û Yunanî ya new (Neo Ellenîka)

Ez bawerim wî demî wê yekgirtina gelê Kurd wê xurtir be.

Li gor dîtina te di vê ji bo vê astengîyê çi çareserî hebe û xalên giring çine?

Li gel silavên gerim,
Koçer

PostPosted: Tue Apr 18, 2006 1:16 pm
Author: dyaoko
be ray min, debê hemu kurde , kurmancy u sorany baş fêr bêt .
bu eme , ema peywistman be dezgay rageyandny be hêzy kurdi heye , (powerfull kurdish medias)
eger eme TV / Radioy sertasary le hamu kurdistanda bêt , hemu kurde detwanê hem kurmacy hem sorany , baş fêr bêt.

(mebestim le TV , Sattelite niya , zor kes le kurdistany rojhelat , sattliteyan niye... le êran da sattelite regey pê nedirawe )

PostPosted: Tue Oct 31, 2006 7:24 pm
Author: Carduchi
1) Ber li her tishteki em di vé ku rénúsa xo bigorin u bikin latíní
2)Di her herémeki de Kurdí yén navín bihét bi kar hínan: > Soraní a Bakúr u Kurmancí a bashúr.
3)Ti kes nikare ji xo re béje (word) yén nú ché bike.
4) Her kes dú diyaléktén Kurmancí u Soraní hín bibe.
5)Her herém bixebite da béje (word) ji diyalectén din ya Kurdí bistíne.


1) Ber le her shitek éme debé ke rénúsí xo bigorín u bíkeyne latíní.
2) Le her herémek da Kurdí nawín be kar bihét: > Sorani Bakúr u Kurmanci bashúr.
3)Kes netwané le xo ra wishe (béje) y nwé saz (chak) bike.
4) Her kes dú diyaléktén Kurmanci u Sorani fér bibé.
5)her herém té bikoshé (xebat bika, hewl bida) ta wishe le diyalektekani dí kurdí wer bigré. (bisténé)