Page 1 of 1

can somebody help me?

PostPosted: Wed May 07, 2008 12:33 pm
Author: katee
hello can somebody translated this two texts to English? I will be grateful :) thanks :D

Agir ketye dilê min

Agir ketye dilê min
Xew nakeve çavê min
Çima tu jimin dûr ketî
Bêje ronîya çavê min
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me

Ev çi ax û nalîn e
Dil şewitî berf bîne
Tu bixatirê xwedê kî
Nebêjî evya dîn e
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me

*******************************

Çawa tu herî / Çawa tê herî
Çawa tê herî, min li vir bihêlî
ji kê re girêdim vê xeml û xêlî
ji kê re bikenim, dilêm ji kê re vekim
j'kê re bêm lolo, kî bêje min lêlê

Çawa tu karî min bihêlî û herî
lê dizanim kengî tu li min vegerî
ji te hezdikim ez bê tirs ji berê
carek ez dîn bûme lawiko bi tere

ku tu xuya nekî, ji xwe ez tune me
li her demê ez li te hewce me
rihê me yek e, ez perçek ji te me
gava tu diêşî, can didim ji dilê

Heval
Wê çirûskek keve peşî
Mezin bibe bi hêdî
Tê bireve buyî pehtî
Dişewitî ey heval

Cîhê te qet kesek nagire
Ne dê û ne jî bav
Ev hestekî gelek xweş e
Gelek germ e heval

Bibin hevpar bo hemû kulan geşî û kederan
Meşîn xweş e, heya dawî
Bi hev re rêheval
Ew çavên kor ji dil dikenin
Tu car hêstir nebin

Ger rojek bê, rîyên me ji hev qetîya be jî heval!

Belê heval
Ez kî me, ez çi me, ez ji ku têm û ez ê herim ku?
Te ji min re got
Te bi destên min girt, ji tarîyê derxist ronahîyê
Te min hînê meşê kir ji nûh
Ji nûh ve û bi hev re em tim li peşîye dimerivin
Durî hev bin jî rojek bê em naqetin
Em çiqas bimeşin di vê rîyê de
Wê rojek bê destên me carek din bi dostahî hev bigirin
Em cuda bin jî em naqetin...
Gotin û Muzîk: Şanar Yurdatapan

Re: can somebody help me?

PostPosted: Fri May 09, 2008 4:40 pm
Author: kurdangel
those are kirmanci.. soo i think its better if some1 else translates them!