I might just go to a library and borrow one of his books next time I am in Turkey.. Just for the sake of it!
Li Tirkiyeyê di çerçoveya ‘Pakêta sêyemîn a darazê’ de qedexeya di derbarê 453 pirtûk, 645 rojname, kovar û pankartên ji aliyê Lijneya Wezîran an jî ji aliyê dadgehê ve hatibû wergirtin, rabû. Li gor vê yekê 3 pirtûkên Ocalan jî êdî ne qedexe ne.
Di çarçoveya Pakêta 3. a darazê de qedexeya li ser gelek pirtûk, rojname û kovan rabû. Bi vî awayî pirtûk, rojname, kovar, broşur û pankartên ku bi biryara dadgehên Enqere yan jî Civata Wezîran heta 31’ê Kanûna 2012’an hatine qedexekirin, rabû.
Di nava pirtûkên hatine serbestkirin de, 3 pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hene. Navê pirtûkên Ocalan ên ku qedexe li ser hatî rakirin evin; "Di kêşaya Kurd de danezana çareseriya demokratîk", "Berxwedana PKK'ê ya li dijî 12'ê Îlonê" û "Ber bî aştiyê ve, axaftinên Romayê".










