Li baxê min bû zivistan
Hey dîlberê dêm gulîstan
Çilmisî gul bax û bistan
Wêran ezim malêm xirab
Hey dîlberê qey menale
Feqîyê Tayran êdî kale
Nexweþekî pir bê hale
Tu him gulî him rihanî
Tu him derdî him dermanî
Him hekîmî him loqmanî
Wêran ezim malêm xirab
Sîpan ji navê tere tenê
Xaliq ji xala gerdanê
Te dîn kirim berdam dînê
Wêran ezim malêm xirab
Hey dîlberê da tu zanî
Kulîlik vebûn çiya û banî
Bilbil pirs kir Feqî kanî
Wêran ezim malêm xirab














